DAIŞI’yê bi navê “Ebû ElBera” li Efrînê ye û ji bo şerê Lîbya tundrawan çekdar dike

Afrinpost-Taybet

Agahiyên teqez dikin ku rêxistinên tundraw(DAIŞ, Elnusra, Elqaîdê)beşdarî dagirkirina Efrînê bûne û guhertina demografîk ji berjewendiya niştedagîran re pêk tînin, zêde dibin.

Girêdayî wê, Afrinpostê ji çavkaniyên xwe yên li Efrînê hat agahdarkirin ku Daiş’yê bi navê  “Ebû Elbera” hêjî di nava milîsên  “Ehrar Elşerqiyê” de cihê xwe digire. Ew li navenda “Ebû Mihemed Şerqiyê” ya li taxa Eşrefiyê ya bajarê Efînê dimîne.

Çavkaniyan teqez kirin ku yê bi navê “Ebû Elbera” ku bi sê jinan re zewicî ye. Jineke wî ji Tûnisê ye û di serbazkirina endamên tundraw ji istixbarata Tirkî re ji bo şandina şerê li Lîbya hatiye taybetkirin.

Afrinpost 7’ê Adarê ji çavkaniyên xwe yên li nava milîsên Îslamî hat agahdarkirin ku istixbarata Tirkî li vê dawiyê endamên Daiş’ê yên terorîst tevlî şerê kontrolkirina bajarokê Şêx Eqîl yê li gundewarê Helebê yê rojava kirin.

Çavkaniyan teqez kirin ku endamên Daiş’ê li girtîgeha Maratê girtî bûn, ew bi armanca beşdarîkirina şerên kontrolkirina gund û bajarokên gundewarê Helebê yê rojava ji zîndanan derxistin.

Gelek raporan teqez kirin ku Enqere di opereasyonên xwe de bi rêya rêxistinên terorîst tevdigere, ji wan re desteka lojîstîk pêşkêş dike û mînaka herî nêz û balkêş jî operasyonên dagirkeriya Tirkî ji Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî ne.

Çavdêr dibînin ku dagirkeriya Tirkî endamên Daiş’ê bi gelek rê û rêbazan di nava artêşa xwe de vedişêre. Bo nimûne hinekan ji wan wek milîs dişîne Lîbya yan jî cilên leşkerî yên artêşa Tirkî li wan dikin û di bin parastineke asîmanî yên balafirên şer her wiha di maşîneyên leşkerî yên ku Enqere pê xalên xwe yên çavdêriyê li Idlibê xurt dike de bi kar tînin.

Related posts