Ixwan Mislimîn … Hemwextî daxuyaniya pîrozbahiya cejna Newrozê, li Efrînê welatiyekî kurd ji ber pêxistina agir bin çav kir

Afrinpost-Taybet

Milîsên Ixwan Mislimîn ên rasterast girêdayî dagirkeriya Tirkî, şeva Înê(şeva Newrozê, şeva agirpêxistinê) welatiyekî kurd li gundewarê Efrîna dagirkirî, ji ber ku li gundê xwe agir pêxist êrîşî wî kir û revand.

Nûçegihanê Afrinpostê li herêmê teqez kir ku milîsên “Feyleq Elşam”, şeva Newrozê xortekî kurd bi navê Mihemed Înce li gundê Celemê yê navçeya Cindirêsê piştî ku cejna Newrozê bi pêxistina agir pîroz kir bin çav kir û destnîşan kir ku welatî birin cihekî nediyar, lê dan û îşkence kirin.

Ev bûyera lêdan û binçavkirinê hemwextî daxuyaniya çapemeniyê ya Itîlafa Ixwanî ya Sûrî bi boneya Cejna Newrozê pêk hat ku naveroka daxuyaniyê jî wiha bû; Itîlafa Niştîmanî ya Hêzên Şoreşê û Pozisyona Sûrî cejna Newrozê li tevahî gelê kurd û bi taybet li kurdên Sûriyê pîroz dike.

Têkildarî daxuyaniya Ixwanan, Dr. Serbest Nebî di rûpela xwe ya facebookê de postek weşand û wiha bersiva daxuyaniya Ixwanan da: “ Peykerê Kawayê Hesinkar li Efrînê wêran kirin û neviyên wî li her dera ku destê wan gihîştinê kuştin, ew koçber kirin, bi darê zorê mal û milkên wan desteser kirin, zevî û erdên wan talan kirin û dizîn, tevî van hemû sûc û binpêkirinan cejna Newrozê, cejna Kawayê Hesinkar li gelê kurd pîroz dikin û wiha dewam kir;

Daxuyanî, cejnê ji naverok û wateya wê ya neteweyî û siyasî bi dûr dixe, hewl dide ku cejna kurdî ya netewî li Sûriyê nas neke û paşguh bike.

Milîsên Îslamî yên bi navê “Ceyş Elwetenî Elsûrî” naskirî ne, dema ku bajarê Efrînê dagir kirin, rasterast berê xwe dan çerxerêya Kawayê Hesinkar û bi rûxandina peyker tola xwe ji gelê kurd û nîşaneyên wî yên neteweyî rakirin. Piştre bi armanca tunekirina nasnameya herêmê û çanda wê, navên Tirkî li qad, gund û cihên naskirî kirin.

 

 

 

Related posts