Koma yekem ji niştedagîrên li Efrînê bo Lîbya hatin şandin

Afrinpost-Taybet

Koma yekem a niştedagîrên li Efrînê, roja Pêncşemê di çarçoveya plansaziya niştedagiriyê li herêmê bo Lîbya hatin şandin.

Nûçegihanê Afrinpostê ragihand ku koma yekem ji 75 niştedagîran(sivîl) pêk tê, derbasî erdên Tirkiyê bûn da ku tevlî perwerdeya li bajarê Mêrsînê yê Tirkî bibin. Piştî ku 20 rojan di perwerdeyê de bimînin dê berê xwe bidin Lîbya.

Di vê çarçoveyê de nûçegihan diyar kir ku 17’ê Adarê koma yekem a niştedagîran ji Efrîn û Babê bi rêya derbasgeha Elselame dê derbasî Lîbya bibin.

Li gorî agahiyên ku nûçegihan ji nava çekdaran bi dest xistin, armanca ji şandina niştedagîran ew e ku dagirkeriya Tirkî dixwaze hejmareke nû ji nava niştedagîran çekdar bike da ku li Lîbya li gel milîsên hikûmeta Wîfaqê li dijî artêşa niştîmanî ya Lîbî şer bikin.

Related posts