Di pevçûna li ser malên koçberên Efrînê de 3 çekdarên “Elhemze” birîndar bûn

Afrinpost-Taybet

Li gorî çavdêrîkirina Afrinpostê roja Înê di nava çekdarên “Firqeya Elhemze” de şer li ser erd û malên koçberên Efrînê derket. Di heman demê de milîsên dagirkeriyê bazirganiya bi malên Efrîniyan berdewam dikin.

Nûçegihanê Afrinpostê ragihad ku nakokî di navbera çekdarên “Firqeya Elhemze” li ser malan derketin, piştre ew nakokî vegiherîn pevçûn û şer. Şerê navxweyî yê çekdarên “Elhemze”  Li gundê Basûtê yê navçeya Şêrawayê li ser avaniya Şahîn çêbû û şer tenê di çarçoveya gund de nema her wiha derbasî bajarê Efrînê jî bû. Di encama şerê di navbera çekdaran de 3 çekdarên birîndar bûn û veguhestin nexweşxaneya şehîd Ferzende ya berê ku niha ji aliyê hêzên Tirkî ve hatiye desteserkirin.

Ji aliyekî din ve milîsên “Ehrar Elşerqiyê” gef li rêveberê kilînîka Şera yê bi navê Reşad xwar ku eger mehane 50000 lîreyên Sûrî nede wan, dê mala wî ya li Efrînê li ser otostradê desteser bikin. Ji ber vê yekê wî daxwaza milîsan pejirand û dê pêk bîne.

Girêdayî wê çekdarekî “Cebha Elşamiyê” mala koçberekî kurd bi navê Ehmed Bilo bi 1500$ Amerîkî firot niştedagîrekî ji Idlibê. Mala welatî Ehmed li taxa Eşrefiyê li ser rêya gundê Turindê dikeve.

Di vê çarçoveyê de, niştedagîrekî ji bajarê Humsê bi navê “Ebû Seddam” 2 avaniyên ku ji bo niştecihiyê ne amade bûn, amade kirin, ew her du avanî li nêzîkî avaniya Hekîm li taxa Eşrefiyê dikevin û her şiqeyek ji wê bi 1000$ firot.

Related posts