Gundê Tilifê Bingeheke Leşkerî ji dagîrkeran re û Niştegehek ji Niştedagîran re

AFRINPOST- Taybet

Ji roja ku dagîrkeriya Tirkiyê û milîsên wê yên îslamî gundê „Tilifê“ yê navçeya Cindirêsê li herêma Efrînê/Rojava dagîr kirine de, nahêlin ku gundî vegerin malên xwe, berovajî wê yekê Niştedagîrên Ereb li gund bi cih dikin.

Nûçegihanê AFRINPOSTê li ser navê gundiyekî ragihend ku: „Ez û malbata xwe ji roja ku gund hatiye desteserkirin ve li bajarê Efrînê dimînin, û me gelek caran hewilda ku em vegerin mala xwe, bo wê yek jî me serî li rêbenda gund ya ku milîsên îslamî (El-Hemze) yên dagîrkeriya Tirkiyê desthelatdariya wê dikin da, lê rê bi me nehat dayîn ji ber ku Dagîrkeriya Tirkiyê rê nade çi kes vegere“.

Cihê xemberiyê ye ku heya niha tenê 12 malbat dikarîbûn vegerine malên xwe li taxa jêrîn a gund, piştî ku ewan malbatan gelek dirav (pere) ji bona vegarê dane Milîsên îslamî „El-Hemze“ ku piraniya çeteyên evê girûpê jî tirkmen in.

Herwisa Dagîrkeriya Tirkiyê gelek keriyên Pezan anîne gund û şivanên Niştedagîran pezên xwe bibêrêzgirtin berdidin nav zeviyên zêtûnan yên gundiyan.

çeteyên ku di encama şerê navxweyî yê di navbera „heyet Tehrîr El-şem/Elnusra“ û milîsên îsklamî yên dagîrkeriyên Tirkiyê ji „Idlibê“ reviyane, dagîrkeriya Tirkiyê ewan çetan û malbatên wan tîne li gund bicîh dike, tevî ku xelkên gund li gundên derdorê dimînin, li gorî nûçegihanê AFRINPOSTê.

ji pêwîstiyê ye em bînin ziman ku dagîrkeriya Tirkiyê dibistan, zevî û xaniyên Gundiyan ji xwe re weke bingehên leşkerî bikar tîne, bêku rêzgirtinê li yasayên navdewletî û mafê mirovan bigire.

Ji wê yekê derbestir be ku milîsên îslamî yên dagîrkeriya Tirkiyê demekê berî niha destdirêjiya Goristana gund kiribûn û kêlên goran şikandibûn, di nav wan gorên hatinî wêrankirin de gorê siysetmedar û zimanhezê kurd „Kemal Henan“ jî wêrankiribûn ji ber hebûna nivîsa kurdî li ser gorê.

Related posts