Pisporên dagirkeriya Tirkî girê Endîb dikolin û li şûnwaran digerin

Afrinpost-Taybet

Hêzên dagirkeriya Tirkî û milîsên wê yên Îslamî, xêr û bêrên xwezayî yên herêma Efrîna dagirkirî wek cihên dîrokî, şûnwar, monûment û darûberên Efrînê talan dikin û derbasî Tirkiyê dikin.

Di vê çarçoveyê de, dagirkeriya Tirkî dizî û rûxandina şûnwarên Efrînê berdewam dike. Rûxandina bêtirî 20 cihên dîrokî û kevnar hatine belgekirin ku piraniya wan jî gir û dêr in wek girê Meydankê, girê Şiyê, girê Qîbarê, girê Marsawa, Girê Qitmê, Dêrbalût, girê Dêrmiye, girê Cindirêsê, girê Basreqê, girê Erendê, girê Turindê, girê Hilûbiyê, girê Ziravkê, girê Eyn Ddarê yan perestgeha Dêr Siwanê , girê gundê Istêr, girê Celemê, girê Berbeûş û girê Şûrbe her wiha milîsan parçeyên dîrokî yên gundê Elbîskê û bi taybet tabloyên mozayîk dizîn û piştre ew der rûxandin.

Her wiha xirakirina kelha Nebî Hûrî, şkefta Duderî û dêra Marmaron roja Çarşemê, 4’ê Adarê hatin belgekirin.

Di wê derbarê de nûçegihanê Afrinpostê ragihand ku çekdarên dagirkeriya Tirkî û milîsên Ixwan Mislimîn dest bi xirabkirina girê Endelîb ê nêzîkî gundê Stêr kirin. Milîsan bi 4 maşîneyên kolanê yên ji cureya Tiraks û Baker lê zêde ekîbek ji karker û teknîknas wek pisporên şûnwaran ên Tirkî bi amûrên lêgerîna li zêr dest bi kolandina gir kirin û hêjî kolan berdewam e.

Hejmara parçeyên ku ji Efrînê hatine dizîn û derbasî Tirkiyê kirine gihîşt bêtirî 16 hezar parçe jê peyker, dirav, muhr, tabloyên herî li ser nivîsên bizmarî û gelek berhemên hêja wek tabloyên dîwaran û peykerên mezin û ji bilî wan ji parçeyên dîrokî hatin dizîn û derbasî Tirkiyê kirin.

Her wiha milîsan hemû dîtiyên şûnwarî yên ku vedigerin perestgeha Eyn Darê ku ji aliyê şandeyên şûnwarî ve li girê Eyn Darê û derdora wê hatibûn derxistin, dizîn. Ji kelha Nebî Hûrî jî du sendûq ku hundirê wan nehat naskirin, derxistin û rasterast birin Tirkiyê.

Herêma Efrînê yek ji herêmên herî kevnar ku mirovatî bi hezar salan lê niştecih bûye, ye. Rêzekoçberiyên ku ji parzemîna Efrîka ber bi herêma Hîlala Zêrîn ve hatine li Efrînê bi cî bûne.  Sala 1994’an li şkefta Duderî ya herêma Efrînê, qerqodeyekî zarokekî Niyandertal ji aliyê şandeya Japonî ya şûnwarî ve ku dîroka wî vedigere bêtirî 61 hezar sal berî zayînê hat dîtin û ew jî mînaka herî nêz û balkêş a kevnariya herêmê ye.

Ji ber vê yekê çavdêr destnîşan dikin ku dagirkeriya Tirkî bi rêya rûxandina cihên şûnwarî û dizîya parçeyên dîrokî, dixwaze nasnameya herêmê wenda bike.

.

Related posts