Milîsên Îslamî daristana “Betal” bê dar hişt

Afrinpost

Hinek çavkaniyên çapemenî û partîtî yên kurdî ragihandin ku daristana “Betal” bi dirêjahiya xwe 1 KM û rûpîvana wê 30KM2, bi darên merx û palûtê yên temenmezin tijî bû,  ji nişka ve ji holê rabû.

Daristana Betal li navbera gundê Meska Jorîn hêla rojhilat û gundê Çûbana hêla rojava ya navçeya Cindirêsê dikeve.

Çalakvanan destnîşan kirin ku ji dema ku herêm hatiye dagirkirin û artêşa Tirkî baregeheke leşkerî li nêzî wê ava kiriye, daristan bi temamî hat rakirin her wiha Bircê û binkeya toreyên komunîkasyonê(syriatel) hat xirakirin. Lê zêde depoyekî avê ku av dida 6 gundan hat topbarankirin û dema ku rêya ber bi çiyayê Hebîbe ku di daristanê re derbas dibe, hat berfirehkirin, şûna depoyê avê hat dûzkirin. Nemaze ku di 2 salên dawîn de birîna darên daristanê bi temamî bi serî bû.

Birîna daristanan û darên zeytûnê bi zanabûn ji aliyê milîsên Îslamî ve û di bin serpereştiya istixbarata Titkî de bi armanca peydakirina êzingan û çêkirina komirê bênavber têne birîn. Li herêma Efrînê, navendên çêkirina komirê û komkirina êzingan her wiha bazirganiya bi êzingan bi şêweyekî pir belav e û derbarê sûcên ku milîs derheqê jîngehê û mal û milkên şêniyên herêm dikin de, ti rêxistinên navdewletî hesab û lêpirsînan pêre venakin.

Related posts