Welatiyekî kurd li Cindirêsê bi tawana amadekirina motorsikletên bombekirî hat revandin

Afrinpost-Taybet

Nûçegihanê Afrinpostê li bajarê Efrînê ragihand ku milîsên Îslamî yên dagirkeriya Tirkî û Ixwan Mislimîn, astengkirin û bikaranîna sûcên mirovî derheqê şêniyên kurd ên li Efrînê mane de, di çarçoveya hewldanên koçberkirin û niştedagîriyê de berdewam dikin.

Di vê çarçoveyê de milîsên “Ehrar Elşerqiyê” roja Çarşemê 4’ê Adarê welatiyekî kurd li bajarê Cindirêsê bi tawana amadekirina xefikên bombekirî revand.

Nûçegihanê Afrinpostê li navçeya Cindirêsê da zanîn ku komek ji milîsên “Ehrar Elşerqiyê” ku sermilîsê wê Ebû Hebîb e, welatiyê bi navê Hûrî Hûrî revand û piştre radestî milîsên Polîsên Leşkerî yên li bajêr kir.

Welatî Hûrî Hûrî 30 salî ye ji gundê Aşka Xerbî ye û karê çakkirina motorsikletan dike.

Milîsên Îslamî Yekîneyên Parastina Gel(YPG) û welatiyên kurd ên li Efrînê mane, bi pêkanîna teqînan tawanbar dikin da ku xwe ji berpirsyartiyê bidin alî û xwe ji sûcên bi vî rengî bêguneh derxin.

Lê belê çalakvanên Efrînî teqez dikin ku milîsên Îslamî bi xwe li pişt van teqînan in. Armanca wan jê ew e ku tirsê bixin dilê şêniyên kurd, bidin koçberkirin û li şûna wan xwedî û malbatên çekdarên xwe û koçberên bajarên din ên Sûrî bi cî bikin ku di encamê de guhertina demografîk bi temamî pêk bînin.

.

Related posts