Trump: Em ê Aboriya Tirkiyê biroxînin û 30 km herêma ewle ragihînin

AFRINPOST

Serokê Amerîka Donald Trump îşev li ser Twittera xwe nivîsand ku ew jî naxwazin ku Kurd tirkiyê aciz bikin.
Rûsiya, Îranê û Sûriyê sûdên (fêde) gelekî mezin ji siyasete U.S. a di şerê jinavbirina Daişê de, wergirtine.

Wisa berdwam dike ku ew ê jî sûdwer bibin, lê belê niha dema kişandina Leşkerên Amerîkî ye û êdî bese ji şerê bê dawî re.

Lê belê Trumpî di Tiwîteke din de dibêje ku ew ê Aboriya Tirkiyê biroxînin eger hêrîş bibe ser Kurdan û herwisa ew ê herêmeke biewle bêhtir ji 30km ava bikin.

Hêjayî gotinê ye ku wezîrê derve yê U.S. Pompeo jî roja şemiya borî di hevpeyvînekê bi akarana „El-Erebiye“ de gotibû: divê herkes bizanibe ku Kurdên Sûriyê ne Têrorîst in.

Related posts