Milîsên Îslamî şêniyên Badîna bi fen û fût beşdarî xwepêşandanên alîgir ji artêşa Tirkiyê re kirin

Afrinpost-Taybet

Milîsên Îslamî yên dagirkeriya Tirkî û Ixwan Mislimîn, roja Yekşemê, şêniyên navçeya Raco bi fen û fût derxistin xwepêşandanên alîgir ji êrîşên artêşa Tirkî li dijî rêjîma Sûrî li parêzgeha Idlibê.

Nûçegihanê Afrinpostê li navçeyê ragihand ku çekdarên ku bajarokê Badîna yê Raco dagir kirine, bang li şêniyên kurd ên resen û niştedagîran kirin ku li qada bajarokê kom bibin da ku alîkariyan li ser wan belav bikin lê belê çekdaran ew neçar kirin ku li otobûsan siwar bibin û beşdarî xwepêşandanên piştgir ji artêşa Tirkî di şerê li Idlibê de.

Nûçegihan diyar kir ku çekdaran 80 kes ji bajarokê Badîna ku piraniya wan jin bûn, bi xapandin û hîleyan beşdarî xwepêşandanan kirin.

Beşdarkirina şêniyên kurd û niştedagîran hemwextî bilindbûna asta şer li Idlibê tê û bi taybet dema ku dagirkeriyê daye rêjîma Sûrî ku xwe vekişîne piştî xalên çavdêriyê ya Tirkiyê, bi dawî bû.

Rêjîma Sûrî destnîşan dike ku peymana Soçî û Astanayê demkî ne û armanca wê çekan ji çeteyan werin kişandin lê belê dagirkeriya Tirkî, xalên çavdêriyê ji çeteyan re veguherandin xalên piştevaniya lojîstîk û çebilxane.

Related posts