Li gundekî Efrînê 100 darên zeytûnê ji kokê ve hatin hilkirin

Afrinpost-Taybet

Kiryarên birîna darên zeytûnê û yên daristanên Efrînê ji aliyê milîsên Îxwanî yên bi navê “Ceyş Elhur” yên dagirkeriya Tirkî ve berdewam in.

Di vê çarçoveyê de nûçegihanê Afrinpostê li bajarê Efrînê ragihand ku milîsên “Firqeya Sultan Mûrad”, 100 darên zeytûnê yên welatiyê kurdî Reûf Mistefa ji şêniyên gundê Çûqê ji kokê ve hilkirin.

Nûçegihan teqez kir ku xwediyê zevî giliyê xwe pêşkêşî “Polîsên Serbazî” kir lê belê wê bi hinceta ku dozên bi vî rengî ne karê wê ye, ji berpirsyartiyê revî, ji ber vê yekê welatî berê xwe da milîsên “Polîsên Sivîl” ku wê jî tenê gilî tomar kir bêyî ku bi makenîzmeya lêpirsînê derbarê giliyê pêşkêşkirî de rabe.

Herêma Efrîna dagirkirî rojane rastî hemleyên birîna darên zeytûnê û yên daristanan bi cureyên xwe yên cuda, tê. Milîsên Îslamî daran dibirin û ji bo germkirin û bazirganiyê dikin êzing. Her wiha êzingan derbasî Tirkiyê jî dikin da ku jê komirê çêkin.

Related posts