Dagirkeriya Tirkî û çekdarên Ixwanî topbarankirina Şehba û Şêrawa berdewam dikin

Afrinpost-Taybet

Piştî ku dagirkeriya Tirkî komkujî li gundê Aqîbê yê navçeya Şêrawa pêk anî, artêşa wê û milîsên Ixwan Mislimîn topbarankirina herêmên Şehbayê yên koçberên Efrînê lê dimînin, berdewam dikin.

Di vê çarçoveyê de, nûçegihanê Afrinpostê li Şehbayê ragihand ku hêzên dagirkeriyê bi çekên giran êvara Şemiyê 29’ê Sibatê, gundê Şêx Hîlal, Kefer Naya, dorhêla Til Rifetê û Dêrcemal li Şehbayê topbaran kirin her wiha gundê Bênê û Aqîbê yên navçeya Şêrawa jî topbaran kirin.

Topbarana Tirkî û Ixwanî li ser gundewarê Efrînê yê ji aliyê Hêzên Rizgariya Efrînê ve tê parastin û rêjîma Sûrî li Şehba û Şêrawa tê dubarekirin.

Têkildarî topbaranê, 21’ê Mijdara 2019’an li bajarokê Til Rifetê, topek li nêzî dîwarê derve yê dibistaneke seretyaî ket û di encama wê de 3 zarok bi sivikî birîndar bûn.

Related posts