Koçberên Efrînê folklora xwe ya hunerî vediguhêzin Şehbayê

Afrinpost-Taybet

Di 12 saliya xwe de û heyanî ku gihîşt temenê 40 saliyê, li dahol û bilûra Efrînî daye. Ew di lêdana amûrên muzîkê yên girêdayî stranên folklorî yên kevn de hunerwer e. Piştî ku bi darê zorê ji Efrînê Koçber dibe, folklora xwe jî derbasî herêmên Şehbayê dike da ku folklora xwe biparêze û weke mîras ji kurên xwe re bihêle û bi demê re neyê wendakirin.

Welatiyê bi navê Hac Nasir dibêje ku pêşî û bavpîrên wan li dahol û bilûrê didan ku folklora Efrînê bi van du amûran naskirî ye. Wî jî ew mîrasa folklorî ji wan girtiye.

Zirnevan Hac Nasir girêdayî karê xwe yê folklorî ji Afrinpostê re axivî û ev tişt anî ziman; em bi darê zorê ji cih û warê xwe bûn, me li pey xwe daholên xwe hiştin ku tenê me amûrên wek zirne û bilûr derxistin.

Hac Nasir dibêje ku destpêkê ew koçberî gundên navçeya Şêrawa û Şehbayê bûn û tevî koçberiyê dest ji folklora xwe ya Efrînî berneda, ji ber vê yekê daholên nû kirîn da ku jiyana xwe ya folklorî li Şehbayê berdewam bike.

Hac Nasir di nava axaftinên xwe de destnîşan kir ku hemû birayên wî li zirne û bilûrê didin û diyar kir ku ew ji bo dema pêş amadekariyên hînkirina zarokên xwe ji dahol û zirneyê re dike û wiha axaftina xwe bi dawî kir; dagirkeriya Tirkî xwest ku bi siyasetên xwe yên tunekirina çanda kurdî, nasnameya herêmê wenda bike lê belê lêdana li dahol û zirneyê me bêtir bi çand û folklora kurdî ve girê dide û em ti carî bi siyasetên dagirkeriya Tirkî bandor nabin.

Related posts