120 darên din ên zeytûnê ji aliyê niştedagîr û milîsan ve li gundê Turindê hatin birîn

Afrinpost-Taybet

Milîsên Îslamî yên dagirkeriya Tirkî û rêxistina Ixwan Mislimîn yên ku navê “Ceyş Elwetenî Elsûrî/ Ceyş Elhur ” li xwe kirine, birîna daran ji daristan û zeviyên herêma Efrîna dagirkirî dewam dikin.

Li herêmên dagirkeriya Tirkî ji ber daxwaza zêde ya êzingan, milîs daran dibirin û difiroşin.

Di vê çarçoveyê de, nûçegihanê Afrinpostê yê li bajarê Efrînê ragihand ku milîsên Îslamî 120 darên zeytûnê bi giştî birîn û wiha dewam kir; dar ên welatiyê bi navê Mistefa Reşe ji şêniyên gundê Turindê ye û darên wî nêzîkî kenala avê ya di ber taxa Eşrefiyê re derbas dibe, ne.

Ev yek piştî ku nûçegihanê Afrinpostê ragihand ku roja Sêşemê 18’ê Sibatê, milîsên “Cebha Elşamiyê ”, bi zanabûna 100 darên zeytûnê li gundê Turindê yên welatiyê kurd bi navê Heyder Şêx Hesen birîn, tê.

Tevî ku meclisên dagirkeriyê idîa dikin ku wan biryarên qedexekirina birîna daran derxistine, milîsên Îslamî û niştedagîr daran, bê hesab û lêpirsîn dibirin.

Çalakvaninan li ser malperên civakî 6’ê Mijdara 2019’an, dîmenên 2 çekdarên ji milîsên “Ehrar Elşerqiyê” belav kirin ku tê de ew bi şadî û zanabûn berê xwe didin daristanên navçeya Cindirêsê da ku daran bibirin.

Li herêma Efrîna dagirkirî rojane milîs bi armanca peydakirina êzingan hem ji bo germkirinê hem jî ji bo firotinê, darên şêniyên Efrînê yên mayî û koçber dibirin.

Related posts