600 çekdar ji bo Lîbiya hatin şandin û sermilîsek li goristana Zîdiyê hatin veşartin

Afrinpost-Taybet

Dagirkeriya Tirkî kişandina çekdarên Ixwan Mislimîn ji herêman Efrîna dagirkirî berdewam dike û dişîne Lîbiya ku li wir ji milekî ve qala sekinandina şer dike û ji milekî din ve bi şandina çekdaran şer gur dike.

Di vê çarçoveyê de nûçegihanê Afrinpostê yê li bajarê Efrînê ragihand ku dagirkeriya Tirkî, roja Sêşemê 18’ê Sibatê, 600 çekdarên “Firqeya Sultan Mûrad ” ji herêma Ezaz, Efrîn û Babê kişandin û di derbasgeha Selamê re şandin Lîbiya.

Girêdayî wê, heman milîsan(Sultan Mûrad) sermilîsekî xwe bi navê  “Ebû Ehmed” ku ji Turkmenên Humsê ye piştî ku li Lîbiya hate kuştin, li goristana Zîdiyê ya bajarê Efrînê veşartin.

Çavkaniyekê ji nava milîsên Îslamî yên bi navê “Ceyş Elwetenî” naskirî ne, aşkere kir ku ku derdora 30 çekdar ji milîsên “Lîwa Sultan Mûrad” li herêma nêzî fakulteya leşkerî ya bajarê Terablusê, êvara 5’ê Çileya hatin kuştin.

Navgîneke ragihandinê ya ji proseyên şandina milîsên Îslamî bo Lîbiya agahdar e, diyar kir ku bi rêya feqekê ji aliyê artêşa niştîmanî ya Lîbî ya bi serkêşiya Xelîfe Hefter, ew çekdar hatin kuştin.

Her wiha navgîneke ragihandinê ya çekdarên bi navê “Ceyş Elwetenî/Ceyş Elhur” ragihand ku agahî derbarê kuştina çekdarekî temenbiçûk li nava refên milîsan li Lîbiya şer dike, bi dest xist û wiha dewam kir;

Çekdarê temenbiçûk bi navê Ehmed Elsalim e, ji bûyînên 2002’an e û ji gundê Hemîd ê bajarê Serê Kaniyê yê dagirkirî ye. Ew di şerê li hemberî artêşa niştîmanî ya Lîbî de hat kuştin û dê cenazeyê wê bigihêje Tirkiyê.

Ji aliyê xwe ve jî Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan diyar kir ku çeteyên bi pereyan şer dikin, li gorî peymanên navdewletî yên tekoşîna li dijî leşkerkirina çeteyan, bikaranîn, fînanse û perwerdekirina wan sûcekî dijmirovî ye û divê hesab were xwestin.  

Related posts