Efrîn careke din bi moşekan hat barandin… kuştî û birîndar çêbûn

Afrinpost-Taybet

Duh roja Sêşemê 6 moşek li navenda Efrînê ketin.

Li gorî nûçegihanê Afrinpostê moşek li dibistana Şerîe, dibistana Itîhad Erebî, li dorhêla mizgefta Şêx Şewax û du moşek jî li nêzîkî hola Jîn ketin.

Nûçegihanê Afrinpostê diyar kir ku ya 6’ê jî li nêzîkî xezanê avê yê li taxa Eşrefiyê bêyî ku biteqe ket.

Aliyê êrîşkar nehate naskirin lê êrîş di demeke ku têkiliya di navbera Rûsya û Tirkiyê de xira bûye, pêk hat û dibe ku êrîşên bi vî rengî wek çawa li Idlib û rojavayê Helebê berdewam in, berfireh bibin.

Nûçegihan ragihand ku di encama topbaranê de, 3 zarokên kurd li dibistana Itîhad birîndar bûn ku navên wan jî wiha destnîşan kirin; Mêrvan, Rodîn û Elî.

Her wiha di topbaranê de niştedagîrek bi navê Yasîn Hemrawî ji Xûta ye, li dibistana Şerîa refa dozdehê dixwîne hat kuştin û birîndar jî ev in: Qetîbe Quwetlî, Ebûd Meydanî, Reyan Başa û her sê jî ji Xutayê ne.

Çavdêr dibînin ku eger nakokiyên Rûsya-Tirkiyê mezin bibin, di demên pêş de, dê li bakurê Sûriyê ji Cerablusê heyanî Efrînê operasyonên leşkerî pêk werin.

Weke bersiv ji wan êrîşan re, dagirkeriya Tirkî herêmên Şehbayê topbaran kirin ku di encamê de, leşkerekî rêjîma Sûrî li Dêrcemal hat kuştin.

Topbarana Tirkî ji herêmên Şehbayê re di demeke ku rêjîma Sûrî li dorhêla bajarokê Seraqibê, xaleke Tirkî topbaran dike, tê ku di encama topbarana rêjîma Sûrî de, 6 leşkerên dagirkeriya Tirkî hatin kuştin.

Êrîşên rêjîma Sûrî ku bi perspektîfên Rûsya pêk tên, mesajek e ji Rûsya ku dema hebûna Tirkiyê li Idlibê derbas bû û pêwîst e Tirkiyê xwe vekişîne.

Related posts