Meclisa navxweyî koçberên Idlibê bi pereyan li Efrînê bi cî dike.

Afrinpost-Taybet

Ji ber şerê li gundewarê Idlibê, niştedagîrên nû yên Idlibê û herêmên rojavayê Helebê gihşîtin Efrînê.

Nûçegihanê Afrinpostê yê li bajarê Efrînê, teqez kir ku “ meclisa navxweyî” ya dagirkeriya Tirkî û Ixwan Mislimîn, dest bi firotina malên hê ji bo jiyanê neamade ne, kir.

Nûçegihan li gorî agahiyên li ber destên wî diyar kir ku malek, tenê stûnên wê hatine avakirin li pişt dibistana“ Salih Elî/dibistana reş”  dikeve bi 1800$ hat firotin.

Her wiha malek li dorhêla çerxerêya Qeban bi 2800$ û 2 şiqeyên din ku avakirina wan bi dawî nebûne bi 4000$ bo niştedagîrên nû, hatin firotin.

Li taxa Mehmûdiyê jî, milîsên “Ehrar El-Şerqiyê”  3 malên Erebî(ne avahî) bi 600$ heyanî 800$  firotin.

Di vê çarçoveyê de, yek ji xwediyên ofîsên erdan(Eqar) li bajarê Efrînê şiyarî da niştedagîran ku bi kirîn û firotina milîsan neyên xapandin û diyar kir ku malên ji aliyê milîsan ve tên firotin ên şêniyên Efrînê yên resen in û belgeyên teqezkirina xwedîtiya wan malan hene û wiha dewam kir; eger belgeyên xwedîtiyê tune ne, li ser çi bingehê meclisa navxweyî wan mal û erdan difiroşe her wiha misogeriyên ku meclis ji kesên ku dikirin re çi ne û eger xwediyên malê yên resen vegerîn, wê helwesta meclisê çi be?

Di vê çarçoveyê de, welatî Ebû Şiyar ku li bajarê Efrînê niştecih e teqez kir ku meclisa navxweyî ya ku karên kirînê li dadgehên xwe tomar dike, xwe li Efrînê mayînde dibînin û li hemberî niştedagîrên ku tên xapandin matmayî dimîne û wiha dewam dike; çawa niştedagîrên ji Idlibê reviyane û li Efrînê bi cî bûne ji meclisa navxweyî û çekdaran bawer dikin û mal û erdan dikirin. Hebûna wanli Efrînê ne rewa ne û dibe ku di her kêliyekê de hevsengî werin guhertin û ji Efrînê derkevin, wê demê kî yê berpirsyartiya karên kirîn û firotinê bigire ser xwe ku her erd an malek xwediyê wê heye û li ba wî belgeyên xwedîtiya milkê xwe hene ku dê teqez vegerin.

Çavdêr sedema firotina malan bi pereyên kêm ku nagihêje nîvê heqê wê yê rast  vedigerînin du sedeman, yek; meclis dixwaze bêtir feydeyê ji mal û milên koçberên Efrînê bigire û sedema duyemîn jî ew e ku niştedagîr li istiqrarê digerin û ji ber ku dagirkeriya Tirkî li wir heye dixwazin xwe li Efrînê bi awayekî her timî bi cî bikin lê zêde niştedagîr bi xwe jî rastî astengiyan ji aliyê çekdaran ve bi mebesta bidestxistina pereyan tên û wiha Ebû Şiyar axaftina xwe dewam dike; rewşa heyî li Efrînê dê nedome û bi taybet eger şer di navbera rêjîma Sûrî û Rûsiya ji aliyekî ve û dagirkeriya Tirkî û milîsên Îslamî ji aliyekî din ve gur bibe. Ev yek dê bi xwe re Efrînê rizgar bike û vegerîne xwediyên wê yên resen.

Related posts