Milîsên “El-Hemzat” Xwediyê jeneratoreke kehrebeyê bin cav kir û îşkence kir

Afrinpost-Taybet

Nûçegihanê Afrinpostê yê li navçeya Cindirêsê ragihand ku milîsên “El-Hemzat” ên dagirkeriya Tirkî û Ixwan Mislimîn, xwediyê jeneratoreke elektirîkê yê gundekî navçeyê bi cav kirin.

Milîsan xwediyê jeneratorê ji ber ku pênexist, girt û îşkence kir.

Niştedagîrên “El Hemzat”  60 mal ji gund dagir kirine û heqê ampêran nedane xwediyê jeneratorê. Ji ber vê û ji ber pirbûna deynan li ser wî, weke heqê sotemeniyê, jenerator pênexist.

Têkildarî wê çekdar û malbatên wan ên niştedagîr li gund, bajarokên herêma Efrînê, heqê fatûreyên av, kehrebe û xizmetên şaredariyê nadin.

Saziyên dagirkeriyê jî bi zanabûn tenê heqê kehrebeyê ji şêniyên kurd ên resen dibin.

Related posts