Dagîrkeriya Tirkiyê piştî rûxandina gorên şehîdan, gorên gundiyan jî dişkîne

AFRINPOST
Çalakvanên herêmî ji AFRINPOST re ragihandin ku milîsên îslamî yên dagîrkeriya Tirkiyê kêlên goran(tirba)li Goristana „Meydankê“ yê girêdayî navşeya „Şera“ şikandine û hilweşandine.
Ev kiryarên nemirovane li hemû gundên Efrînê/Rojava bi destê milîsên îslamî yên dagîrkeriya Tirkiyê rojane dubare dibin.
Herwisa heman milîsên îslamî yên dagîrkeroiya Tirkiyê darên goristanê jî bi bêrêzgirtin li ber çavê gundiyan dibirin û didizin.
Hêjayî gotinê ye ku bajaroka „Meydankê“ yê ku raserî bendava „Meydankê“ ye û ji 600 xaniyan pêk tê, heya niha tenê 100 malbat vegeriyane ji dema dagîrkirina „Efrînê“ di 18.03.2018an ve.
Milîsên îslamî yên dagîrkeriya Tirkiyê hemû xaniyên bajaroka „Meydankê“ dagîr kirine û Niştedagîrên Ereb yên ku piraniya wan malbatên çeteyan in, ji bajarên weke „Himis“, „Hema“ û „Şamê“ ne, yên ku dagîrkeriya Tirkiyê bo Guhertina Dêmogirafî anîne „Efrînê/Rojava“

îslamîstên dagîrkeriya Tirkiyên Darên Goristana “Meydankê” dibirin.
îslamîstên dagîrkeriya Tirkiyê Darên Goristanan jî dibirin û didizin

Related posts