Milîsên Îslamî li Efrînê xwediyê beqaliyekê revand

Afrinpost-Taybet
Nûçegihanê Afrinpostê yê li navenda Efrîna dagirkirî, ragihand ku milîsên Îslamî yên girêdayî dagirkeriya Tirkî û rêxistina Ixwan Misilmîn, di çarçoveya hewlên koçberkirin û niştedagîriya li Efrînê, zordarî û binpêkirinên xwe derheqê şêniyên resen ên li Efrînê mane de, dewam dikin.


Di vê çarçoveyê de, milîsên Îslamî roja Sêşemê 14’Çileyê, welatiyekî kurd ku li navenda Efrînê li ser rêya Cindirêsê, firoşgeheke madeyên xwarin û sebzeyan vekiriye, revand.


Nûçegihan destnîşan kir ku welatiyê kurd bi navê “Ebû Rebah” naskirî ye.

Firoşgeha wî li nêzî mala Cemal Axa ye.

Milîsên Îslamî bi hinceta ku erebeyek li ser navê wî heye û divê kaxezên wê sereraast bike, anîn navenda xwe.


Nûçegiha anî ziman ku ti erebe li ser navê welatiyê kurd tune ne û di dema ku ew derbasî gel milîsên ku dixwestin wî bibînin, ew revand û hêjî çarenûsa wî ne diyar e.


Milîsên Îslamî revandinê wek navgîneke bi destxistina pereyan dibînin.

Ew rêbazê hanê ji destpêka dagirkirina Efrînê ji sala 2018’an ve û ta niha dimeşînin û ji ber ku ew yek ji rêbazên koçberkirina kurdên li Efrînê mane û rê li pêşiya vegera koçberan bigirin, istixbarata Tirkî bi xwe li ser disekine.

Related posts