Li Cindirêsê/Rojava Niştedagîrên Ereb bêhtir dibin û dizî jî bêhtir bûye

AFRINPOST-Taybet

îro pêncşemê çavkaniyekî herêmî ji AFRINPOST re ragihand ku kiryarên destdirêjîkirin û dizînê li navçeya „Cindirêsê“ bêhtir bûye, bi taybetî di dema derengê şevê de.

Çavkaniyê anî ziman ku çeteyên milîsên îslamî yên dagîrkeriya Tirkiyê bi şevê xwe dihavêjin malên Kurdan, mazot/Dizel û tenekeyên rûnê zêtûnan didizin.

Herwiha li gundê „îska“ çetayan bi ser mala Kalemêrekî de girtine û hemû tenekeyên rûnê zêtûnan dizîne.

çavkaniyê herêmî da xuya kirin ku çeteyên milîsên îslamî (El-Zinkî) yên dagîrkeriya Tirkiyê û malbatên wan piştê şerê di navbera wan û çetyên „Heyet Tehrîr El-şam/ Elnusra“ reviyane û hatine navenda „Cindirêsê“ bi cih bûne, herwisa tên pêşbînî(texmîn) kirin ku hejimara wan derdora 1000 çeteyî tev malbata wan in, ku destê xwe dane ser Malê Bizorjixakdûrxistiyên (penaber) Efrînê û tê de bicih dibin.

Herwiha jêderê nîşan kir ku kurdên „Cindirêsê“ Tirsa wan bêhtir bûye, ku êdî newêrin ji xaniyên xwe derkevin, ji ber ku rojane rasterast xanî û kelûpelên wan têne dizîn.

Related posts