Afrinpost – Taybet
Nûçegihanê Afrinpostê yê li navenda herêma Efrîna dagirkirî ji jêderên taybet hate agahdarkirin ku milîsên “Ehrar El-Şerqiyê” bi dehan hektar ji erdên çandiniyê yên bi ber, li ser rêya Cindirêsê desteser kirin û ji xwe re bi kar tînin û wiha dewam kir; milîsan bi zora hêza çekê 18 hektar ji erdên çandiniyê ku vedigere malbata Xûbarî desteser kirin. Welatiya bi navê Fewzî Sebrî Mamed ji bêtirî 10 salan ve bi girêbesteke fermî bi xwediyê wê re” Malbata Xûbarî”, ew erd ji xwe re bi kar dianî.
Her wiha heman milîsan li aliyê bakur a ser rêya Efrîn–Cindrêsê ku dûrî bajarê Efrînê bi 2 KM, dest danîn ser 18 hektar ji erdên çandiniyê tevî ku xwediyê wî Ebdo Bîlal li Efrînê ye.
Ev binpêkirin berdewamiya karên zordestiya li ser mal û milkên xelkê Efrînê yê resen in. Piştî ku milîsan mal û milkên şêniyên Efrînê desteser kirin, bi hinceta ku malên wan bûne navendên leşkerî yên milîsên îslamî, nehiştin ku şênî vegerin malên xwe û li şûna wan malbatên çekdaran hatin bicihkirin.