Milîsên “Ceyş El-Nuxbe” li gundê Emara bi zorê zeytûnên jinebiyeke kurd dibim

Milîsên "Ceyş El-Nuxbe" li gundê Emara bi zorê zeytûnên jinebiyeke kurd dibim
Photo Credit To Nêt

Afrinpost-Taybet
Milîsên dagirkeriya tirk karên zorê, dizî û talaniyê derheqê erzaqên şêniyên herêma Efrînê ya dagirkirî, dewam dikin.


Ev kiryarên milîsan di rewşa nebûna zagon û lêpirsînê de ji salek û nîv ve tên kirin.


Di vê çarçoveyê de, milîsên “Ceyş El-Nuxbe” berhema zeviya jinebiya Elî Mecîd yên ji şêniyên gundê Emara ya navçeya Mabeta ku bi navê Şafo tê naskirin, çinîn û dizîn.


Nûçegihan da zanîn ku zeviyê armancgirtî ji 225 darên zeytûnê pêk tê. Milîsan tevî ku xwediya erd hebû, dizîn.


Lê zêde milîsên “El-Nuxbe” li gundên ku di bin serweriya wan de ne û hejmara wan digihêj 8 gundan li Mabeta û Bilbilê ne, li ser her darekê 150 Lîreyên Sûrî wek derîbe bi egera ku ew dar berhemdar be yan ne berhemdar be li ser xwediyên erdan ferz dikin. Lê zêde derîbeyan li ser guvaşgehên zeytûnan jî li ser cotkaran ferz dikin.


Ji aliyekî din ve milîsên” Lîwa Siqûr El-Şemal” derîbeyan ji %15 dema guvaştina zeytûnan li ser berhemên şêniyên gundê Gemrûkê ferz dikin her wiha derîbeyên din ên di bin navên cuda de jî li ser şêniyan tên ferzkirin.

Post source : Taybet

Related posts