Photo Credit To Nêt
Afrinpost-Taybet
Grûpekî çekdar girêdayî milîseke îslamî ya girêdayî dagirkeriya tirk û rêxistina ixwan misilmîn, bazirganekî zeytê li navçeya Raco ya gundewarê Efrînê revand.
Li gorî Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan, dema ku ew bazirgan vedigerî mala xwe hate revandin û wiha dewam kir؛ bazirgan Seîd Mihemed Mecîd bi xwe re 20 hezar dolar rakiribû ku ev yek jî diyar dike ku revandin bi armanca diziyê hatiye kirin.
Her wiha Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan da zanîn ku çekdarên milîsên”Ceyş Ehrar El-Şerqiyê” rojane diçin zeviyên çandiniyê yên li gundewarê navçeya Cindirêsê ji bo qutkirina bi dehan ji darên zeytûnê yên girêdayî koçberên Efrînê.