Milîsên ‘‘ Ehrar Şerqiyê ’’ xortekî kurd li navenda Efrînê direvînin, di ser mala wî de diçin û zêr û pereyan didizin.

Milîsên ‘‘ Ehrar Şerqiyê ’’ xortekî kurd li navenda Efrînê direvînin, di ser mala wî de diçin û zêr û pereyan didizin.
Photo Credit To Nêt

Afrinpost-Taybet

Nûçegihanê Afrinpost yê li navenda herêma Efrînê ragihand ku milîsên Ehrar Şerqiyê yên girêdayî dagirkeriya Turkiyê, sêşema derbasbûyî xortekî kurd bi navê Beşîr Mistefa ji firoşgeha wî ya bazirganî ku li kêleka nexweşxaneya Dêrsim e, revand.
Nûçegihan diyar kir ku milîsên Ehrar Şerqiyê bi ser mala Mistefa ya nêzî firoşgeha wî de çûn û ew birin zîndaneke wan ya li bajarê Efrînê.
Her wiha nûçegihan da zanîn ku milîsan pere û zêr ji mala Mistefa ya ku li ser otostrada xerbî yê bajêr dikeve, dizîn û wiha berdewam kir:
Armanca revandinê şantajkirin e da ku karibin pereyan li şûna serbestberdana wî bi dest bixin.
Mal û avahiyên niştecihbûnê yên li ser rêya otostradê yên li nava bajêr in di bin kontrola milîsên Ehrar Şerqiyê de ne her wiha bacan li ser xwediyên firoşgehên bazirganî ferz dikin lê zêde firoşgeh û malûmilkên xelkên Efrînê yên koçberkirî ji berjewendiyên xwe re bi kar tînin.
Tê zanîn ku şêniyên Efrînê yên li bajarê xwe mane, rojane ji aliyê milîsên îslamî yên girêdayî dagirkeriya Turkiyê rastî rewşên revandinê tên.
Armanca wan jî şantajkirina xwediyên kesên revandî ye da ku bikaribin li şûna serbestberdana wan pereyan bi dest bixin.
Têkildarî rewşên revandinê, ta niha çarenûsa bi hezaran ji şêniyên revandî, di nav de keç û jin ne diyar e.

Post source : Afrinpost

Related posts