Milîsên Îslamî ji du girtiyên kurd dixwazin ku du keçên xwe radest bikin

Photo Credit To Nêt

Afrinpost-Taybet

Milîsên ‘‘ Polîsên Leşkerî ’’ yên girêdayî dagirkeriya Turkiyê mêr û jineke Efrînî ku her du jî hevjînên hev in û Êzdî ne li dawiya meha Îlonê revandin ku navên wan jî wiha ne: Seîd Xerîb Hiso 85 salî û Xaliya Hisên 51 salî ye.
Milîsan li beramberî serbestberdana wan her du keçên wan xwestin.
Nûçegihanê ‘‘ Afrinpost ’’ yê li navenda Efrîna dagirkirî anî ziman ku milîs idîa dikin ku her du keçên malbatê tevlî nava YPJ’ê bûne û niha li Şehbayê ne, lê belê bav û dê jî dibêjin ku keçên wan ne di nava YPJ’ê de ne û çûne Almanya.
Şêniyê revandî û hevjîna wî ji gundê ‘‘ Çeqela Cûmê ’’ yê girêdayî navçeya Cindirêsê ne. Ew Êzdî ne û bi tenê li bajarê Efrînê jiyan dikirin.
Milîsên ‘‘ Polîsên Leşkerî ’’ beriya wê jî Seîd Xerîb Hiso revandibû û li beramberî serbestberdana wî du milyon biribûn.
Nûçegihanê ‘‘ Afrinpost ’’ teqez kir ku milîsan destên xwe danîne ser mal û milkên malbatê wek darên zeytûnê ku erdên wê malbatê yên zeytûnê li gundên Çolaqa, Feqîra û yên dîtir pir in.

Post source : Afrinpost

Related posts