Careke din milîsên îslamî yên dagîrkeriya tirkiyê gundiyên „Coqê“ direvînin.

AFRINPOST
Di dema ku milîsên îslamî yên dagîrkeriya tirkiyê milîsên xwe bi fermana dagîrkeriya tirkiyê û bi armanca destpêkrina cengekê dişînin Minbicê, di roja înê de milîsên îslamî (elhemze) yên dagîrkeriya tirkiyê careke din hemleya giritin û revandina sivîlan li gundewarên Efrînê destpêkirine.
Çavkaniyên herêmî ji AFRINPOST re ragihandin ku milîsên îslamî (elhemze) yên dagîrkeriya tirkiyê li gundê „Coqê“ yê girêdayî navçeya „Mabeta“ dest bi revandina gundiyan bi awayekî giştî kiriye bê egera(sebeb) wê kiryarê were zanîn ne jî jimara girtî û revandiyan diyar e, herwisa heman çekdarên îslamî berî hefteyekê dîsa 8 kes ji gundê „Coqê“ girtibûn û heta niha hîn çarenûsa wan ne xuya ye.
Heman jêderan bi bîr xistin ku berpirsyarê heman milîsên îslamî yê ku bi navê „ebû yeman“ naskirî ye bi beşdarbûna endamên Meclîsa dagîrkeran yê gund, roja derbasbûyî piştî nimêja nîvro gundî li pêşberî mizgeftê kom kiribûn û ji wan re gotibûn ku ew ê sermiyanên (mal û milkê) Bizorjixakdûrxistiyên Efrînê (kesên ku penaber in li derveyî Efrînê) li niştedagîrên ereb ên ji xûteya rojhilatê şamê û yên himisê belav bikin.
Hêjayî gotinê ye ku milîsên navborî mixtarê gund “îbrahî Dedo” yê ku ji aliyê meclisên dagîrkeran ve hatibû destnîşankirin û birayê wî ji gund derxistibûn bi armanca standina xaniyên herduyan û dukana birayê mixtarî (mixtêr) yê li gund jî ji xwe re biribû.

Related posts