Careke din hemleya girtina Efrîniyan dest pêkiriye

AFRINPOST- Taybet

Nûçegihanê AFRINPOSTê ragihand ku milîsên îslamî yên dagîrkeriya Tirkiyê dîsa dest bi hemleya girtina Kurdan li naveda Efrînê/Rojava kiriye, bi taybetî li aliyê çerxeriya Maratê û kolana Melahî.

Herwisa peyamnêrê me got ku milîsên îslamî li nêzî çerxeriya Maratê bi ser mala Efrîniyekî de girtine û Kalemêrekî ji gundê Celemê desteserkirine bi behaneya ku têkliya wî berê bi Rêveberiya Xweser re hebûye, navê wî Kalemêrî Mistefa Senê ye.

Ji aliyekî din ve li Kolana Melahî hemwelatiyek û du kurên wî jî yên ji gundê Bêxçe yê navçeya Bilbilê li dukana wî ya keskayiyê girtin.

Li gorî hinek jêderên taxê ku ev hemleya girtina Efrîniya li evê taxê bi taybetî dest pêkiriye, tenê ji ber ku rewşa diravî ya hemwelatiyên Efrînê li wir hinekî baştir e ji yên dinê.

Hêjayî gotinê ye ku milîsên îslamî ji bona dirav û diziyê herdem Efrîniyan bi tometên cudacuda digirin da pereyan jê bistînin, herwisa ev kiryarên hanê jî bi serpereştiya dagîrkeriya Tirkiyê weke çekeke qirkirinê tê bikar anîn, da Efrînî ji neçarî hemû tiştên xwe bihêle û ji Efrînê derkeve.

Related posts