Rêxistina mafnasiyê: milîsên îslamî daran li Efrînê dibirin

AFRINPOST

Rêxistna mafê mirovan li Efrînê/Rojava roja sêşemê ragihand ku milîsên îslamî yên gundê “Qere tepe“ yê navçeya „Şera“ dagîrkirine, derdora 60 darên Zêtûnê bi awayekî gelemper(am) ji gelek zeviyên Zêtûnan ji xwe re birîne.

Herwisa heman çavkaniyê diyar kir ku milîsên îslamî (El-Siltan Mûrad) yên dagîrkeriya Tirkiyê ku kesek bi navê „Nasir Nehar“ serkirdeya wê dike, li gundê „Meşalê“ 500 darên Zêtûn yên komeleya hevkariya çotkaran e, ji xwe re birîne.

Li gundê „Xirabî şera“ jî Niştedagîrên Ereb 32 darên zêtûnê yên di navber gundê „Qitmê“ û „Xirabî şera“ birîne û hanîne li gundê „Xirabî şera“ hûr dikin da ji xwe re bişînin cihekî din, di vê derbarê de xwedanê wan daran li ba Milîsên îslamî giliya wan kiriye, lê belê ewan milîsan jî bi Niştedagîran re bûne hevpar (şirîk) û pevre ji xwe birin û çi tişt jî li xwedanê daran venegerandin.

Ji aliyekî din ve Rêxistina Mafnasiyê got ku çekdar „Ebû Besam“ yê ji milîsên îslamî (Ehrar El- şerqiyê) ye bi dehan Ton darên daristana li derûbera navçeya „Şera“ rojane ji xwe re dibirîne û her tonekê 12000 hezar L.S difroşe, tevî ku di rewşên normal de buhaya êzingan ne kêmî 30000 hazarî ye.

Related posts