Kalemêrekî Kurd tevî gefa serjêkirinê ji nava zeviyê birayê xwe dernakeve

AFRINPOST-Taybet

Li ser sosyal medya di nava çalakvanan de vîdoyek tê de çekdarekî milîsên dagirkeriyê gefa serjêkirinê li cotkarekî Kurd dixwe zêde hat parvekirin.

Di vîdoyê de diyar dibe ku cotkarê Kurd ê 80 salî berhema zeytûnan a zeviyê birayê xwe diçine, lê belê çekdarekî milîsan jê re dibêje qedexe ye û ji nava zevî diqewitîne lê tevî wê jî kalemêr guh nade wî û karê xwe dewam dike.

Li gorî şopandina Afrinpostê xuya bû ku vîdoyê belavkirî di werzeke berê ya zeytûnan li gundekî Meydana bi navê Dodo de hatiye kişandin. Kalemêrê Kurd di rûyê çekdar de disekine û ji nava zevî dernakeve û navê xwe jî Reşîd Mihemed 82 salî ye. Bûyer di mewsima 2019 de li nava zeviyê birayê wî yê koçber Şêxo qewimiye.

Related posts