Li Bilbilê milîs berhemên darên zeytûnê yên desteserkirî bi kirê didin niştedagîran

AFRINPOST-Taybet

Milîsên dagirkeriya Tirkî yên Ixwanî bi her awayî dest datînin ser mal û milkên koçberên Efrînê û xwediyên wan ên ku mane jî bi şêweyên cuda ji berhemên milkên wan bê par dihêlin.

Di vê çarçoveyê de nûçegihanê Afrinpostê ragihand ku yê bi navê ”Ebû El-Xêr” ku niştedagîrekî herêma rojhilat e, berhemên darên  zeytûnan ên ku li gundewarê Bilbilê, bi kirê ji milîsên li wê deverê dibe û piştre diçine.

Di vê derbarê de niştedagîr ”Ebû El-Xêr” li gundê Qurnê yê navçeya Bilbilê (3600) darên zeytûnê yên malbata ”Zîngil” ji milîsên ”Siqûr El-Şemal” kirê kir. Her wiha (18000) darên zeytûnê di navbera gundê Qestel Miqdad û Şêxûrzê kirê kir.

Afrinpostê 3’yê Cotmehê 2021 da zanîn ku milîsên ”Siqûr El-Şemal” li navçeya Bilbilê û tevî ku hêjî ne dema çinînê bû, (17000) dar ên şêniyên gundê Ebûdan, Zêtûnakê, Qurnê û Şêxûrzê talan kirin.

Related posts