Kujerê welatiyê Kurd Mihemed Bîlal ”Ebû Cafer Mayer” piştî rojekê hat berdan

AFRINPOST-Taybet

Şantajkirina Kurdan bi armanca valakirina herêmê û bidestxistina pereyan li Efrîna dagirkirî li pêş e.

Girêdayî wê beriya çend rojan ciwanekî Kurd ji ber şantajî û tengaviyan ji hêla yê bi navê ”Ebû Cafer Mayêr” ve, li sûka Efrînê û li pêş çavên şêniyan xwe kuşt.

Têkildarî xwekujiya ciwanê Kurd nûçegihanê Afrinpostê ragihand ku kujer Yasir Henûra ku bi ”Ebû Cafer” tê naskirin, roja Pêncşemê 7’ê Cotmehê 2021 li pêşiya navenda milîsên ”Cebha El-Şamiyê” ya li beramberî xwaringeha ”Çîkin Nagêt” li ser rêya Raco hat dîtin û wiha dewam kir;

Milîsên ”polîsên leşkerî” yê bi navê ”Ebû Cafer” bi tawana ku wî hişt welatiyê Kurd Mihemed Bîlal Bîlal bi guleyan xwe bikuje, bin çav kir. Lê piştî wê bi rojekê serbest hat berdan.

Çavkaniyên xwecihî jî dan zanîn ku milîsan zext û gef li jina kuştî Mihemed Bîlal xwarin da ku biçe ji ”polîsên leşkerî” re idîa bike ku mêrê wê ji ber kişandina nexweşiyeke derûnî xwe kuştiye û ne ji ber tengavkirina yê bi navê ”Ebû Cafer”.

Çekdar ”Ebû Cafer Mayêr” ji ber ku birayê welatî Mihemed ji Efrînê piştî ku (5) caran hat revandin û bi pereyan hat berdan, reviya, gef li wî dixwar û bi pereyan ew şantaj dikir.

Welatî Mihemed Bîlal pir li hemberî gefên wî xwe negirt ku roja Sêşemê piştî nîvro 5’ê Cotmehê 2021 xwe bi tivingekê li nava bajêr kuşt.

Tevî ku sûcê kuştinê bi belge hat piştrastkirin, lê lêpirsîn û hesab ji kujer nehat xwestin û piştî rojekê hat bêgunehkirin.

Related posts