Milîsên dagirkeriyê li Şêrawayê 3 Kurd di nava wan de jinek hebû revandin

AFRINPOST-Taybet

Milîsên dagirkeriya Tirkî roja Duşemê bi ser malên gundê Fafirtînê yê navçeya Şêrawayê ya gundewarê Efrîna dagirkirî de girtin û 3 welatiyên Kurd revandin.

Li gorî çavkaniyên xwecihî milîsan welatiyên bi navê Ekrem Hisên, Mihemed Xalid û jina wî Nazî Umer Ehmed revandin.

Çavkaniyan destnîşan kir ku milîsan piştî çend saetan jina bi navê Nazî berda û yên din jî birin cihekî nediyar.

Çavkaniyan da zanîn ku her sê revandî piştî ku hatin revandin, rastî îşkenceyeke giran hatin.

Related posts