Li gundê Basûtê ji ber serdegirtina kargeheke hebên hişbir şer derket

AFRINPOST-Taybet

Milîsên ”polîsên leşkerî” û ”Odeya Ezim” bi ser kargeheke hebên hişbir ya di navbera gundê Basûtê û Burc Ebdalah de girtin. Ji ber vê yekê şer di navbera wan û milîsên ”Firqeya El-Hemze” bi serkêşiya Abdullah Helawe de derket ku di encamê de ”polîsên leşkerî” kargeh kontrol kirin û hejmarek ji milîsên ”El-Hemze” birîndar kirin û ji nexweşxaneyên Tirkiyê re hatin rakirin.

Nûçegihanê Afrinpostê li herêmê ragihand ku kargeh a sermilîsê bi navê Abdullah Helawe ye ku gundê Basûtê ji xwe re kiriye navendeke bazirganî û revandina tiştan ji bo herêmên rêjîmê re.

Nûçegihan diyar kir ku toreya revandinê di navbera Tirkiyê û Efrîna dagirkirî de kar dike. Yê bi navê Abdullah Helawe li gel sermilîs Ebdo Osman sermilîsê ”Feyleq El-Şam” hebên hişbir çêdikin û ji du kesan re bi navê Tariq Zehzeh û Bîlal Zehzeh re ku ji bajarê Darit Izê ne û bûne hemwelatiyên Turk, dişînin.

Related posts