Bi armanca bazirganiya bi êzingan milîsan li gundewarê Efrînê 200 darên zeytûnê birîn

AFRINPOST-Taybet

Milîsên dagirkeriya Tirkî li herêma Efrînê bi hatina demsala zivistanê re birîna daran bi armanca peydakirina êzingan û bazirganiyê zêde kiriye.

Di vê derbarê de nûçegihanê Afrinpostê ragihand ku milîsên îslamî li vê dawiyê derdora (120) darên zeytûnê yên welatiyê koçber Ehmed Ibrahîm li gundê Şêxûtka yê navçeya Bilbilê birîn.

Her wisa milîs darên zeytûnan ên zeviyên li ser rêya avaniya ”desteya parastinê” ya bajarê Efrînê jî dibirin. Milîsan derdora 80 darî ji zeviyê malbata ”Birane” ya ji gundê Bablîtê birîn û ji bo firotinê derbasî sûkên Idlibê kirin.

Têkildarî darên zeytûnê li herêma Efrînê ya dagirkirî rojane berhemên zeytûnan bi dizî û talaniyê re tên ji ber vê yekê berî ku şênî berî dema çinînê darên xwe diçinin.

 

  

 

 

 

 

 

 

 

Related posts