Li ser çiwalekî zeytûnê endamekî eşîra Miwalî li gundê Qestel Miqdad hat kuşt

AFRINPOST-Taybet

Çekdarekî eşîra ”El-Miwalî” roja Duşemê li gundê Qestel Miqdad ê navçeya Bilbilê li ser çiwalekî zeytûnê yê dizî pismamê xwe kuşt ku piştre nakokî derketin.

Nûçegihanê Afrinpostê di vê derbarê de diyar kir ku yê bi navê ”Ebû Redah El-Miwalî” ji ber nelihevkirina li ser parvekirina berhema zeytûnan ên şêniyên gundê Qestel Miqdad kurê apê xwe kuşt û wiha dewam kir; destpêkê her du çekdaran çiwalên dizî li ser hev parve kirin lê belê li ser çiwalekî li hev nekirin ku di encamê de pevketin û gule avêtin hev.

Related posts