Li Bilbilê berhema 17000 darên zeytûnê hatin talankirin

AFRINPOST-Taybet

Çavkaniyên Afrinpostê li navçeya Bilbilê ragihandin ku milîsên “Siqûr El-Şemal” ên dagirkeriya Tirkî û Ixwan Mislimîn berhemên bi hezaran ji darên zeytûnê yên koçberên Efrînê ku ji aliyê milîsan ve desteserkirî ne, hatin talankirin.

Çavkaniyan diyar kir ku milîsan(17000) darên zeytûnê yên şêniyên gundê Ebûdan, Zêtûnekê, Qurnê û Şêxûrzê tevî ku ne dema çinînê ye, talan kirin.

Her wiha milîsan guvaştekeke fenî(desteserkirî) li gundê Ebûdanê bi armanca guvaştina berhemên desteserkirî û yên niştedagîran ji zeviyên welatiyên Kurd çinîne, vekir.

Girêdayî heman mijarê, milîsên ”Firqeya El-Hemze” bi dehan darên heraj û zeytûnê li herêma di navbera gundê Gazê û Satiya yên navçeya Mabetayê bi mebesta peydakirina êzingan û firotina wan li sûkên xwecihî, birîn.

Related posts