Desthilatên dagirkeriya Tirkî li Cindirêsê 3 Kurd di nav de jinek revandin

AFRINPOST-Taybet

Desthilatên dagirkeriya Tirkî roja Înê di nav de jinek 3 Kurd bi bihaneya ku berê li gel Rêveberiya Xweser kar dikirin, bin çav kirin.

Çavkaniyên Afrinpostê ragihandin ku istixbarata Tirkî li bajarokê Cindirêsê bi ser malên şêniyan de girtin û gelek welatiyên Kurd bin çav kirin. Ji nava girtiyan ev hatin naskiri; Ednan Erebo, Hesen Mehmûd Temo û Sûreya Berekat (63) salî. Heta niha derbarê çarenûsa her sê girtiyan de ti agahî nehatine bidestxistin.

Çavkaniyan diyar kir ku binçavkirinên nû piştî ku berpirsekî mezin ê istixbarata Tirkî bi tawana lisergirtina hinek welatiyên Kurd ku berê bi Rêveberiya Xweser re kar dikirin û beramberî wê pere distandin, tên.

Afrinpostê di nava heyva Îlonê 2021 de, revandina (33) welatiyên Kurd û berdana 12’an jî belge kirin.

Related posts