Şêniyekî gundê Qijûma yê navçeya Cindirêsê cara sêyemîn e tê revandin

AFRINPOST-Taybet

Milîsên ”Firqeya El-Hemzat” ên dagirkeriya Tirkî û Ixwan Mislimîn roja Pêncşemê 30’ê Îlonê 2021, Kurdek bi navê Ebdo Mihemed Heyder ji şêniyên gundê Qijûma yê navçeya Cindirêsê revand û bir cihekî ne diyar.

Di vê derbarê de nûçegihanê Afrinpostê ragihand ku welatî Ebdo ji dema dagirkirina Efrînê cara sêyemîn e, tê revandin. Di her carê de ew bêguneh derdiket û fidyeya malî dida. Lê piştî ku milîsan çekdarên xwe yên ku gund kontrol dikin, guhertin careke din Ebdo hat revandin.

Her wiha nûçegihan diyar kir ku milîsên ”Firqeya El-Hemzat” (8) çiwalên wî yên zeytûnê ji zeviyê wî yê li gundê Qîlê dizîn û mobayla wî jî desteser kir ku tawana wî jî nehat naskirin.

Di nava meha Îlonê de Afrinpostê (35) rewşên revandinê li deverên cuda yên herêma Efrîna dagirkirî belge kirin. Her wisa (12) welatî di nava wan de hinek demeke dirêj di zîndanê de bûn, beramberî pereyan hatin berdan.

Related posts