Milîsan li gundê Kotana ji ber ku cotkarekî Kurd gilî li wan vekir gef li wî xwar

AFRINPOST-Taybet

Nûçegihanê Afrinpostê li navçeya Bilbilê ragihand ku milîsên ”Sultan Mûrad” beriya derdora hefteyekê berhema zeytûnan a Kurdekî ji gundê Kotana yê navçeya Bilbilê çinîn û talan kir.

Nûçegihan diyar kir ku milîsan derdora 60 darên zeytûnê yên welatî Ehmed Mihemed çinîn. Ji ber vê yekê welatî li ba desthilatên dagirkeriya Tirkî li wan gilî kir, lê belê milîsan gef li wî xwar ku eger giliyê xwe nekişîne, wê zirarê bigihînin wî.

Milîsên ”Sultan Mûrad” ku sermilîsê wan ”Fadî Dêrî” ye, (37000) darên zeytûnê ji (87000) darên gund desteser kirine. Her wiha bac bi rêjeya (15%) li ser berhemên zeytûn û simaqê sepandine û li ser berhemên zeviyên ku bi wekaletê tên birêvebirin, 50% weke bac disepînin.

Her wiha milîsan derdora (300) darên zeytûnê yên welatî Seydo Çolaq, malbata Horo, Mistefa Arif û hinek din birîn. Lê zêde derdora (100) darên behîfê yên welatî Emîr Reşîd Çolaq li çiyayê Qazindepê, (90%) ji darên daristana ”Bîra Ava Vexwarinê” li têketina gund, tevahî daristanên ”Pirê Sêling” yên li hemberî xaçerêya gundê Qirigolê, erdê Elûş li rojhilatê Kotana birîn û mezarê Qemê yê îslamî li bakur rojhilatê gundê Qemê hat vedan û kolan.

.

Related posts