Ji ber pevçûnên di navbera niştedagîr û milîsan de rêyên di navbera bajêr û gundên Efrînê de hatin birîn

AFRINPOST-Taybet

Nûçegihanê Afrinpostê roja Çarşemê ragihand ku rêyên di navbera bajarê Efrînê û navçeyên wê û Efrîn-Ezazê de ji ber pevçûnên ku di navbera niştedagîran(eşîra Miwalî) û milîsên ”Cebha Şamiyê” û hevalbendên wê yên bi navê ”Xurfeya Qiyade Miwehed-Ezim” de qut bûn.

Nûçegihan diyar kir ku rêya Efrîn-Ezaz û Ezaz-Kefercenê ya ber bi navçeya Şera û Bilbilê de diçe qut bû û derbarê ziyanên mirovî yên pevçûnan de ti agahî nehatin bidestxistin.

Li bajarê Efrînê yê dagirkirî tansiyon heye û bi taybet li herêma çerxerêya ”Newroz” lê zêde her demekê dengê guleyan tê bihîstin.

Her wiha li dorhêla bajarê Ezazê û bajarokê Exterîn û Şimarîn jî pevçûn rûdan ku di encamê de (10) çekdarên eşîreya ”Miwalî” hatin dîlgirtin.

Milîsên polîsên dagirkeriya Tirkî duh roja Sêşemê, (2) jin bi tawana ku nasnameyên sexte û girêdana bi Daiş’ê re bin çav kirin. Ji ber vê yekê lawên eşîreyê yên li wan herêman belav in, gefa li milîsan xwarin ku eger bernedin wê şer derkeve.

Related posts