Efrînî ji tirsa diziya zeytûnên wan erdên xwe bi kirê didin niştedagîran

AFRINPOST-Taybet

Çekdar û niştedagîr bazirganiya bi milk û xanîberiyên şêniyên Efrînê yên koçber û li Efrînê mayî berdewam dikin.

Her wiha bi nêzîkbûna werza zeytûnan jî, diziya zeytûnan berî ku bibin dest pê kiriye ku ji ber vê yekê şêniyên hinek gundan ji tirsa diziya mewsimê re zeviyên xwe bi kirê didin niştedagîran.

Bazirganiya bi Xanîberiyên Şêniyên Efrînê

Nûçegihanê Afrinpostê ragihand ku niştedagîrekî ji  ”Al-Oso” ji bajarokê Heyanê 2 mal li taxa Eşrefiyê li ser rêya ber bi avaniya ”Hekîm” ve diçe, her yek ji wan bi (1400$) firot niştedagîrekî ji şêniyên taxa ”Mesakin Henano”. Ew her du mal ên welatiyê Kurd Salih Cimo ji şêniyên gundê Kîmarê yê navçeya Şêrawayê ne.

Her wiha çekdarekî ji koma yê bi navê ”Neîm” dikaneke bazirganiyê bi (1200$) firot nasekî xwe ji şêniyên bajarokê ”Uwêce” yê gundewarê Helebê. Dikana welatî li taxa Eşrefiyê li kolana ”Servîs” dikeve. Kesê ku mal kiriye ji roja Şemiyê ve tê de dixebite. Mala firotî ya welatiyê Kurd Şefî Mihemed ji şêniyên gundê Dargirê ye. Wî tê de xişir difirotin.

Li dorhêla mizgefta Bîlal li taxa Eşrefiyê jî, niştedagîrekî ji gundewarê Cerablusê dikaneke bazirganiyê bi (600$) firot niştedagîrekî ji herêma ”Merit Nûman” ya parêzgeha Idlibê. Niştedagîrê ku dikan kiriye dixwaze wê bike mal. Dikana firotî ya welatiyê Kurd Xalid Elî ji şêniyên gundê Kurka ye.

Diziya werza Zeytûnan:

Li bajarokê Meydankê jî niştedagîrên ku li kampan dimînin, berhema zeytûnan ji zeviyê welatî Mihemed Henan Emîr dizî. Wan di diziya xwe barkêş bi kar anîn. Tevî ku şêniyan li wan gilî vekirin, lê ti alî guh neda wan.

Ji tirsa diziya zeytûnên wan, şêniyên gundê Dîkê, Eşûnê û Zivingê berhema xwe bi kirê dan niştedagîran.

Related posts