Dibistaneke Îslamî li şûna navenda Yekîtiya Êzdî li Efrîna dagirkirî hat vekirin

AFRINPOST-Taybet

Desthilatên dagirkeriya Tirkî û milîsên wê yên Ixwanî bi gelek rê û rêbazan siyaseta guhertina demografîk li Efrîna dagirkirî dewam dikin. Ew ne tenê nasnameya çandî ya Kurdî ji herêmê radikin her wiha hişmendiya tundraw li nava şêniyan belav dikin.

Li naveresta bajarê Efrînê mala Êzdî ku peykerê pêxember Zeredeşt û qubeya laleş tê heye bi temamî xera kirin her wiha navenda Tevgera Civaka Demokratîk jî rastî topbaran û wêraniyê hat û li şûna wê dibistana mela Xetîb ava kirin.

Guhertina demografîk li Efrînê ji destpêka êrişên dagirkeriya Tirkî û milîsên wê li dijî herêmê dest pê kir. Bi darê zorê Kurdên Efrînê koçber kirin û li şûna wan koçberên Sûrî yên ji herêmên cuda bi cî kirin. Û yên mayî jî rojane tên tengavkirin da ku wan jî bidin koçberkirin û herêmê ji Kurdan vala bikin. Lê zêde rê li ber koçberên Efrînî yên dixwestin vegerin warê xwe girtin. Çekdarên milîsên Ixwanî malbatên xwe piştî ku ew jî ji ber topbarana rêjîma Sûrî reviyan anîn û li malên şêniyên Efrînê yên desteser kirine bi cî kirin. Piştî wê dest bi guhertina materyalên dibistanan kirin.

Dibistanên mela Xetîb li Tirkiyê dibistanên Îslama Siyasî û Erdogan û Abdullah Gul  ji van dibistanan derçûne. Erdogan û yên dîtir van dibistanan ji bo avakirina hişmendiya Tundraw bingeh digirin. Ji ber vê yekê avakirina dibistaneke wiha li şûna mala Êzdî ne ji rêzê ye.

24’ê Rezberê 2021 Meclisa Xwecihî ya Efrînê Îmam Xetîb ku ji aliyê komeleya Eyadî Beyda û bi fînansekirina Tirkiyê û Kuweytê hat vekirin.

Related posts