Li navçeya Cindirêsê dagirkeriyê girekî şûnwarî dikole

AFRINPOST-Taybet

Milîsên dagirkeriya Tirkî kolan û vedana girê ”Mezar Ebid Rehman” yê şûnwarî li navçeya Cindirêsê piştî ku şînkahiya li ser wî rakir, dewam dikin.

Girê ”Mezar Ebid Rehman” ê şûnwarî li dorhêla gundê ”Ebid Rehman” dikeve. Milîsan hemû darên merxê yên li ser gir hilkirin û dikolin.

Her wiha bi armanca lêgerîna li parçeyên şûnwarî, milîsan ”Mezarê Ebid Rehman” ê olî(Êzdî û Îslamî) vedan û hêjî karên kolanê dewam dikin.

Gundê Ebid El-Rehman di bin dagirkeriya milîsên Firqeya El-Hemze de ye.

Related posts