Firotina malan û birîna daran li Efrîna dagirkirî dewam dike

AFRINPOST-Taybet

Destdirêjiya li ser mal û milkên şêniyên Efrînê bê navber dewam dike. Milîsên dagirkeriya Tirkî malên wan dikirin û difiroşin hev her wiha daran jî bi armanca êzingan dibirin.

Di vê derbarê de nûçegihanê Afrinpostê ragihand ku çekdarên milîsên ”Ehrar El-Şerqiyê” mala welatiyekî Kurd bi navê Mihemed Abdîn ji şêniyên gundê Keferdelê yê navçeya Cindirisê û tevî hebûna wî Efrînê, firot.

Mala welatî Mihemed li kolana Vîllat bi 2700$ hat firotin.

Her wisa yê bi navê ”Ebû Zeyd” ji şêniyên Xûtaya rojhilat û çekdarekî milîsên ”polîsên leşkerî” ye, jineke Kurd bi navê Sebah Hisên ji gundê Keferdelê xapand û 250000 lîreyên Sûrî jê standin.

Nûçegihan diyar kir ku welatî Sebah rakirin nexweşxaneyê û Ebû Zeyd jî pere birin û çû Tirkiyê. Piştre niştedagîrinan ji parêzgeha Idlibê tevahî navmaliyê wê talan kirin. Ji ber vê yekê jinê di mala xwe de li ser erdê xew dikir ku şêniyên Efrînê piştre bi wê re bûn alîkar û hinek pêwîstiyên malê peyda kirin.

Di heman çarçoveyê de çekdarekî milîsên ”Cebha El-Şamiyê” mala Kurdekî din bi navê Oriya Hesen ji gundê Dargirê ku mala wî li taxa Eşrefiyê ye bi 1700$ firot niştedagîrekî Idlibî.

Di warê destdirêjiya li ser erdên zeytûnan jî, çekdarinan roja Çarşemê 22’ê Îlonê 2021, (75) darên zeytûnê û (2) darên gûzê yên welatiyê bi navê umer Mihemed (Ebû Umer) ji şêniyên gundê Elî ye.

Related posts