“Afrinpost” idîayên milîsên Enqere ku wan tola xwe ji HRF û rêjîma Sûrî hilanî derew dike

AFRINPOST-Taybet

Sermilîsekî ”Firqeya El-Hemze” bi navê Seyf Ebû Bekir bi rêya tiwîtekê ku ajansa ”Qasiyon” parve kiribû, got ku wan roja Yekşemê moşekek avêtiye navendeke hevbeş a hêzên rêjîma Sûrî û Hêzên Rizgariya Efrînê li a li ser xeta şer a gundê Beradê û bi vîdeo destnîşan kir ku ew êrişa moşekî bi armanca tolhildana ji Rûsan û hevalbendên wan pêk hat.

Afrinpostê bi pey vê idîayê ket û xuya bû ku dîmenê wê êrişê 19’ê Îlonê ango Yekşema borî hatiye girtin ango ew êrişeke kevn e.

Diyar e ku milîs bi idîayên derew hewl didin ku têkçûn û zor hatiye ser wan sivik bikin ji ber vê yekê ev dîmenê êrişa kevn belav kirin da ku bidin nîşandan ku wa tola xwe hilanî.

Parvekirina dîmen hemwextî êrişên balafirên Rûsî li ser navendên milîsan ên li gundê Beradê ya navçeya Şêrawayê ku gelek kuştî û birîndar çêbûn, tê.

Related posts