Ji ber êrişên balafirên Rûsî 45 çekdarên dagirkeriyê li Şêrawayê hatin kuştin û birîndarkirin

AFRINPOST-Taybet

Vê sibehê careke din balafirên Rûsî yên şer 3 êriş li dijî navendên milîsên dagirkeriya Tirkî li navçeya Şêrawayê ya gundewarê Efrîna dagirkirî pêk anîn.

Di vê derbarê de nûçegihanê Afrinpostê diyar kir ku balafirên Rûsî li dijî navendên milîsan li gundê Basilê û Beradê yên navçeya Şêrawayê û dorhêla “Cebel Ehlam” li gundê Kîmarê êriş pêk anîn û weke bîlançoya destpêkê (39) çekdar hatin kuştin û birîndarkirin û wiha dewam kir;

(23) çekdar ji milîsên “Feyleq El-ŞamÎ û (4) çekdar ji milîsên “El-Hemzat” lê zêde (12) çekdar ji milîsên “Ehrar El-Şerqiyê” hatin kuştin ku hêjî (6) termên çekdarên din di bin kavil û keviran de ne ku ji wan kuştiyan ev hatin naskirin; Ebid Letîf Derwîş, Mihyedîn Serhan, Malik Mutî û Ebû Skender Mutleq

Duh jî roja Şemiyê balafirên Rûsî (2) êrişên esîmanî li dijî navendên milîsên “Cebha El-Şamiyê” li dorhêla gundê Basil û Cilbirê yên navçeya Şêrawayê ya gundewarê Efrînê pêk anîn. Hat dîtin ku çawa ambulansên dagirkeriyê kuştî û birîndaran radikin nexweşxaneyên Efrîna dagirkirî.

Nûçegihanê Afrinpostê da zanîn ku ji ber êrişên balafirên Rûsî tirs li nava milîsên dagirkeriyê belav bûye û li baregehên Tirkî yên li gundê Cilbirê û Basilê serferberî çêbûye.

Related posts