Desthilatên Tirkî li Efrîna dagirkirî Kurdek beramberî pereyan berda

AFRINPOST-Taybet

Desthilatên dagirkeriya Tirkî roja Duşemê Kurdek bi navê Mihemed Ebid El-Qadir Seydo ji zîndana Maratê ya navendî piştî 27 rojan ji girtinê, beramberî 150 lîreyên Tirkî berda.

Milîsên dagirkeriya Tirkî destpêka meha Rezberê welatî Mihemed Ebid El-Qadir Seydo ji şêniyên gundê Birîmce yê navçeya Mabetayê li ser rêbenda ewlehiyê(rêbenda Qos) bin çav kir.

Her wiha desthilatên dagirkeriyê hevsera wî jî, Ferîde Mistefa 13’ê Rezberê 2021 dema ku serdana hevserê xwe li zîndanê kir, bin çav kir.

Related posts