Di nav de 2 jin 7 Kurd li Efrîna dagirkirî hatin binçavkirin

AFRINPOST-Taybet

Binçavkirina şêniyên Kurd li Efrîna dagirkirî bi armanca bidestxistina pereyan û koçberkirinê her ku diçe zêdetir dibe.

Di vê derbarê de nûçegihanê Afrinpostê ragihand ku rêbenda hevbeş a istixbarata Tirkî û milîsên wê ya li têketina bajarê Efrînê û li xaçerêya Qîbarê, roja Înê 17’ê Rezberê 2021, Kurdek bi navê Bêreqdar Mihemed Mistefa bi nasnav ”Mistankî” (51) salî ji gundê Aşka Xerbî yê navçeya Cindirêsê bin çav kir.

Welatî Bêreqdar pev malbata xwe ji Helebê(taxa Şêx meqsûdê) piştî (3) salan ji koçberiya bi darê zorê, vedigerî bajarê Efrînê da ku li wir jiyana xwe bidomîne. Lê ew hat binçavkirin û milîsan ew bir cihekî ne diyar ku  jin û zarokên wî jî bi tenê hatin hiştin û ta niha ti agahî derbarê wan de nehatine bidestxistin.

Çavkaniyên xwecihî ragihandin ku hinek çekdarên dagirkeriya Tirkî roja Pêncşemê 23’ê Rezberê 2021 welatiyeke Kurd bi navê Nisrîn Hemo Weqas û birayê wê Mihemed Hemo Weqas ji şêniyên gundê Kaxirê yê navçeya Mabetayê revandin.

Çavkaniyan da zanîn ku çekdaran ew beramberî 300$ berdan.

Her wiha istixbarata Tirkî û milîsên sivîl roja Pêncşemê welatiya Kurd Sultane (50) salî ku jina welatî Mihemed Reşîd Ebdo Elî ji gundê Avrazê yê navçeya Mabeta ye, bin çav kir û 22’ê Rezberê ew berda lê tawana ku pê hatiye binçavkirin, nehate zanîn.

Di heman çarçoveyê de çekdarên milîsên ”Semerqend” ên dagirkeriya Tirkî 13’ê Rezberê 2021 bi armanca şantajkirinê û bi destxistina pereyan, welatiyê bi navê Kal Exres ji şêniyên gundê Kefer Sefrê yê navçeya Cindirêsê revand. Çavkaniyan da zanîn ku hêjî çarenûsa wî ne diyar e.

Her wiha roja Pêncşemê welatiyê Kurd Xelîl Mihemed Tahir ji şêniyên gundê Qîbarê yê bi ser bajarê Efrînê ve ye, li ser rêbendeke rêya Ezazê hat revandin.

Related posts