Çekdarên dagirkeriya Tirkî bazirganiya bi malên koçberên Efrînê dewam dikin

AFRINPOST-Taybet

Tevî ku dagirkeriya Tirkî îdîa dike ku komîteyek ji bo vegerandina mal û milkên ku çekdar û xwediyên wê yên niştedagîr  desteserkirine, saz kiriye, lê berovajî wê ku her diçe desteserkirin zêde dibe.

Nûçegihanê Afrinpostê li herêma Efrînê ya dagirkirî ragihand ku 3 malên din ên koçberên Efrînê hatin firotin û hinek jî hatin desteserkirin.

Di heman çarçoveyê de çekdarekî ji milîsên ”Cebha El-Şamiyê” mala Kurdekî bi navê Mihemed Hebeş ji gundê Hûbka bi 1200$ firot çekdarekî. Mala firotî li taxa Eşrefiyê li kêleka kilînîkekê ye.

Her wiha niştedagîrekî ji bajarokê Heyan ê gundewarê Helebê mala Kurdekî din bi navê Ehmed Fehîm ji gundê Qîbarê ye bi 1400$ firot niştedagîrekî Idlibî ku mala wî jî li kolana Fîl a taxa Eşrefiyê dikeve.

Li aliyekî din nûçegihan da zanîn ku çekdarekî ji milîsên ”El-Hemzat” razî nebû ku mala Mihemed Şukirî ji şêniyên Eyn Hecerê li nêzîkî avaniya Hekîm a taxa Eşrefiyê vegerîne. Şênî Mihemed çend caran li gel ya bi navê ”komîteya vegerandina mafan” gilî li wan vekiribû, lê wan gilî paşguh dikir.

Related posts